Nûnerê Taybet ê Putin gihîşt Hewlêrê navenda Herêma Kurdistanê
Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê, Mîxaîl Bogdanov îro bi serdanekê gihîşt Hewlêrê navenda Herêma Kurdistana Iraqê.
Mîxaîl Bogdanov ku di heman demê de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê ye jî, li balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve pêşwazî lê hate kirin.
Li gor zanyariyên K24ê, Mîxaîl Bogdanov di vê serdanê de dê bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re bicive û li ser çend pirsên girîng bi wan re gotûbêj bike.
Bogdanov herwiha bi berpirsên Herêma Kurdistanê re wê ser pêwendiyên Hewlêr–Moskowê û pêşvebirina pêwendiyan, sektora enerejiyê û kar û projeyên kompanyayên Rûsî yên wek Rosneft û Gazprom ên li Herêma Kurdistanê kar dikin, gotûbêj bike.