Koma terorîst a DAIŞê şeva çûyî jî êrîşî Pêşmergeyan kir
Terorîstên DAIŞê li qezaya Kifrî êrîşî ser hêzeke Pêşmerge kir û Pêşmerge rûbirûyî êrîşê bûn û Pêşmergeyek hat kuştin û 3 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
K24ê li Germiyanê da zanîn, êrîş li nêzîkî bendava Baweşasiwar li bakurê bajarokê Kifrî rû daye.
Peyamnêrê vê kanala kurdî got ku pêşmerge rûbirûyî êrîşê bûn û li gor zanyariyên destpêkê kuştî û birîndar di nava rêzên Pêşmerge de hene.
Wî herwiha diyar kir ku pêşmerge bi rêya kamereyên çavdêriyê ji tevgerên terorîstên DAIŞê li deverê agahdar bûn û amadekariyên pêwîst girtibûn.
Di wê derbarê de Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de şeva borî piştrast kir ku terorîstên DAIŞê êrîşî ser Fewca 2 a Lîwaya 9 a Piyade ya Wezareta Pêşmerge kir û di encama berevaniyeke bêwêne de, Pêşmergeyek hat kuştin û 3 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Di vê daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku hêzên Pêşmerge êrîşa teroristan pûç kir û niha jî hêzên Pêşmerge li ser lêgerîn û dûçûna terorîstan berdewam in