Mijdar 28, 2021 17:20 Asia/Tehran
  •   Nêçîrvan Barzanî: 'Zêdebûna êrişên DAIŞê peyameke tirsnak e'

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de sersaxî ji malbatên pêşmergeyên ku di êrişa şeva derbasbûyî ya DAIŞê de canê xwe ji dest dan re xwest û got, “Zêdebûn û berfirehbûna êrişên DAIŞê, peyamek ciddî ya tirsnak e û gefên rasteqîn li herêmê çêdike.”

Li gorî rapora Rûdawê, Terorîstên DAIŞê şeva derbasbûyî li devera Tepî Telan a ser bi bajarokê Kuleco yê Silêmaniyê ve, ji du aliyan êrişî Hêzên Pêşmerge kir û di encamê de 5 Pêşmergeyan canê xwe ji dest dan û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrişa DAIŞê ku bû sedema şehîdbûna 5 Pêşmerge, peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji kesûkar û malbatên her pênc pêşmergeyên di êrişa DAIŞê de canê xwe ji dest dan re dixwaze û herwiha daxwaz dike ku hevahengiyeke zêdetir di navbera aliyên peywendîdar de hebe ji bo rêgirtina li êrişên DAIŞê.

 

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

"Sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî malbatên wan şehîdên qehremanên şeva derbasbuyî dikim ku di dema bihaneveçûna hevsengerên Pêşmergeyan da li tixûbê Kuleco, şehîd bûn û canê xwe gorî kirin.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im giyanê wan bi himbêz û dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bi malbat û kesûkarên wan yên serbilind bibexşê. Hêviya bi lez başbûnê ji bo Pêşmergeyên birîndar dixwazim.

Berfirehbûn û berdewamiya gef û êrîşên DAIŞ, peyama ciddî ya tirsnak in û gef û metirsiyekê rasteqîn li navçeyê derdixe holê. Ji bo wê yekê alîkarî û hemahengiya zêdetir di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, pêwîstiyekê bi lez ya nihayî û pêşîne ye.

Em daxwaz dikin mekanîzma wê hemahengiyê di navbera wan aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê de bi hevbeşî û piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bê çalaktir û berfirehtirkirin û pêk ve bi hemû hêz û şiyanek ve rûbirûyê terorîstên DAIŞê û gef û metirsiyan bibin."
 

Serepeyv