Mijdar 28, 2021 14:42 Asia/Tehran
  • DAIŞê êrîşî ser Hêzên Pêşmerger yên Herêma Kurdistanê kir

Çeteyên DAIŞê êrîşî ser Hêzên Pêşmerger yên Herêma Kurdistanê kir û di encamê da hejmareke van hêzan canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora IRNAyê, Çavkaniyeke fermî li Herêma Kurdistanê roja Yekşemiyê ragihand, erebeyeke leşkerî ya ser bi Hêzên Pêşmerger yên Herêma Kurdistanê ku ji bo veguhestina birîndarên êrîşa DAIŞ ber bi navçeya Kelcûyê va diçû, tûşî teqîna bombeyekê bû.

Vê çavkaniyê ragihand: Ji ber vê teqînê 5 kesên di vê erebeyê da, ji wan du efserên Hêzên Pêşmerger yên Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Berêvara şemiyê, Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê qala birîndarbûna 4 hêzên xwe di encama êrîşa terorîstên DAIŞê li navçeya Kifriyê kir.

 

Serepeyv