Mijdar 27, 2021 18:17 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de şerekî giran despê kir

Li navçeya Sîdekanê ya Herêma Kurdistana Iraqê di navbera şervanên PKKê û Artêşa Tirkiyê de şerekî giran derket.

Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand, “Îro derdora saet 10.00 berî nîvro hejmareke şervanên PKKê li bilindahiyên Lîlkanê rûbirûyê hêzeke Artêşa Tirkiyê bûn.”

Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Rûdawê re tekez kir ku şerê di navbera şervanên PKKê û leşkerên Tirkiyê de “bo heyamê saetekê berdewam kir.”

Îhsan Çelebî herwiha got, “Piştî bidawîhatina şer, Artêşa Tirkiyê dest bi topbarankirina bilindahiyên Derava Jorîn û Bilindahiyên Lîlkanê kir.”

Heta niha derbarê ziyanên vî şerî agahiyên rast nehatine belavkirin.

Artêşa Tirkiyê ava çend meh in ku bi heceta şerê li dijî hêzên PKKê gelek deverên bakura Iraqê (Herêma Kurdistanê) topbaran û mûşekbaran dike û ji esmîn jî dide ber bombeyan ku ji ber vê yekê piranî xelkê sivîl ê Herêmê ji babeta canî û malî ziyan dîtine û xisarên giran li siruşta herêmê ketine û xelkê gelek gundên Herêmê jî neçar mane terka mal û avahiyên xwe bidin.

Serepeyv