Mijdar 26, 2021 18:56 Asia/Tehran
  • Parlamenta Fransayê hewldide komkujiya kurdan bi destê Rejîma Bees a Iraqê nas bike

Îro înê 26ê Mijdara 2021ê Parlamenta Fransayê deng li ser proje biryara derbarê jenosîda Kurdên Iraqê de dide, ku ji aliyê beşek ji parlamenterên Fransayê ve hatiye amadekirin.

Beşek ji parlamenterên Fransayê projeqanûnek ji bo naskirina jenosîda kurdan bi destê hikûmeta Bees a Iraqê amade kir û daxwaz dikin, ku hikûmeta welatê wan wek dostekî Kurdan, îtîrafê bi jenosîd, kîmyabaran, Enfal û raguhestina Kurdên Iraqê bike.

Di vê projeqanûnê de hatiye diyarkirin: “Fransa, dostê gelê Kurd, welatek ku divê ji hemû welatên zêdetir wateya jenosîdê bizane, bi çavekî vekirîtir tawaneke bi vî rengî ya li dijî mirovahiyê bibîne.”

Biryar bû îro 26ê Mijdara 2021ê Parlamenta Fransayê rûniştineke taybet saz bike û beşek jî ji bo dengdana li ser wê projeqanûna taybet bi gelê Kurd dibe û eger dengên endamên parlamentê bidest bixe, komkujî û êrişên li dijî Kurdan ên li Herêma Kurdistanê wek jenosîd tê naskirin.

Ev projeqanûna ji aliyê 16 parlamenteran ve hatiye pêşkêşkirin ku Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat Jan Kristof Lagard yek ji wan e û ji aliyê wî ve hatiye amadekirin.

Di projesyasayê de amaje bi raporta Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) û rêkeftina Cinêvê ya taybet bi jenosîdê hatiye kirin û hatiye tekezkirin ku armanca rejîma Iraqê ya wê demê jinavbirin û jenosîda gelê Kurd bûye.

Di projeyasayê de daxwaz ji hikûmeta Fransayê hatiye kirin ku vê jenosîdê nas bike û piştevaniya qerebûkirina ziyana qurbaniyan û malbatên wan bike.

Hêjayî gotinê ye ku di dema şerê Iraqê li dijî Îranê û êrişên rejîma Bees a vî welatî ji wan êrişên kîmyawî ser kurdan de beşek mezin ji çek û balafirên şêr ên Rejîma Bees ji aliyê  Fransayê dihat dabîn kirin.

Serepeyv