Mijdar 13, 2021 18:05 Asia/Tehran
  • Bombebarankirina Bakurê Iraqê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve

Çavkaniyên Îraqî ragihand ku balafirên Tirkiyê deverên bakurê parêzgeha Dihokê li Herêma Kurdistanê dîsa bombebaran kirin.

Çavkaniyên Îraqî îro Şemiyê ragihandin ku balafirên artêşa Tirkiyê bi heceta şerê dijî PKKê, Çiyayê Metînê li derdora gundê Serkalî li navçeya El-Emadiye ya parêzgeha Dihokê bombebaran kirin û di encamê de ziyaneke mezin giheşte sivîlan û mal û milkên wan.

Her wiha van çavkaniyan diyar kirin balefirên şer ên dewleta Tirkiyê cardin devera Garê ya Duhokê jî bomberdûman kirin.

Derbarê encama bomberdûmanê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Ji ber şer û pevçûn di navbera Tirkiye û PKKê de Li bakurê Iraqê gelek welatiyan koç kirine û ji her du aliyan dixwazin ku şerên xwe ji warên wan dûr bikin.

Serepeyv