Sefera Serdar Qaanî bo Herêma Kurdistana Îraqê
Fermandarê Hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê sefera Herêma Kurdistana Iraqê dike.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, li Iraqê, îro çarşemî 10`ê Mijdarê, Serdar Îsmaîl Qaanî, Fermandarê Hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî bi Mihemed Helbûsî, rêberê hevpeymaniya sunî ya "Teqdem" û hejmarek ji serkirdeyên siyasî yên ehlê Suneta Iraqê re li Bexdayê hevdîtin pêk anî.
Li gor vê raporê, Serdar Qaanî piştî vê hevdîtinê diçe Herêma Kurdistana Iraqê û bi rayedarên kurd re hevdîtin pêk tîne.
Çavkaniyên medyayî yên Iraqê duh ragihandin ku fermandeyê hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî serdana Bexdayê kiriye û bi Serokomar Berhem Salih, serokwezîr Mistefa Kazimî û hejmarek ji rayedarên siyasî û serkirdeyên grûpên berxwedanê re hevdîtin kiriye.
Serdar Qaanî di van hevdîtinan de tekez li ser wê yekê kir ku pêwîstiya Iraqê bi aramî û parastina yekrêziya navxweyî heye û pêwîst e xwe ji her karekî ku gefê li ewlekariya Iraqê bike, dûr bigire.
Fermandarê sipaha Quds a Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî di van hevdîtinan de her wiha bal kişande ser wê yekê ku pêwîst e di çarçoveya yasayê de daxwazên xelkê û neraziyên ji encamên hilbijartinan re bêne berçavgirtin.