Cotmeh 28, 2021 14:59 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî: Hewlêr dixwaze bi Tehranê re peywendiyên baş hebin

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî bal kişand ser vê yekê ku Hewlêr dixwaze bi Têhranê re têkiliyên baş hebe.

Li gor nûçeya ajansa Rûdawê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, berêvariya roja Çarşemê di konferansa MERI ya Hewlêrê de ku 250 kesayetiyên Iraqî û biyanî tê de beşdar bûn, got: Îran cîranê me ye û em dixwazin pêwendiyên me li ser bingeha rêzgirtina hevdu bin.

Şêwirmendê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Kazim Secadpûr jî di vê konferans de got: Xelk beşek ji vê herêmê ne û çanda vê herêmê nêzîkî hev e.

Secadpûr di dewama gotinên xwe de got, “Niha cîhan tenê ji Amerîka, Rûsya û Çînê pêk nayê, niha Îran û Tirkiye girîng in, Iraq û Herêma Kurdistanê girîng in. Me bi hev re têkiliyên berfire bi hev re hene. Niha Herêma Kurdistanê bi xwe aliyek e, kî dikare vî alî red bike?”

Li ser peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê jî Seyd Kazim Secadpûr got, “Peywendiya di navbera Îran û Kurdan de gelek kûr in, bi ya min em hevrêyên hev in û di dema pêwîst de jî em bi hawara hev de çûn, di dîrokê û îro de jî. Taybet karvedana Îranê li dijî kiryarên rejîma Beis ên li beramber Kurdan, herwiha ew cezayên nedadperwerane ku bi ser Îranê de hatin sepandin, helwesta Kurdan gelek hevsozane bû li beramber Îranê. Ew peywendî, rengvendana dostane bû, li gor min ti tiştek nikare ziyan bigihîne van peywendiyên bingehîn.”

Şêwirmendê wezîrê derve yê Îranê di beşeke din ji axaftinên xwe de got: Dibe ku kiryarên Amerîkayê yên li navçê Kurdan jî razî nekin.

Konferansa roja "MERI" Sêşemê li Hewlêrê bi beşdariya 250 kesayetiyên iraqî û biyanî û bi rojeva lêkolîna nexşeriya siyasî ya pêşeroja Iraqê dest pê kir.

Serepeyv