Li Herêma Kurdistanê 28 kesên din bi Koronayê mirin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 saetên borî de 1076 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 28 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 saetên borî de 1076 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 501 kes li Hewlêrê, 205 kes li Silêmaniyê, 240 kes li Duhokê, 44 kes li Helebceyê, 23 kes li Germiyanê û 63 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 saetan de 28 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 8 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê û 2 kes li Germiyanê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 saetan de 1313 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 400 kes li Hewlêrê, 518 kes li Silêmaniyê, 287 kes li Duhokê, 40 kes li Helebceyê, 26 kes li Germiyanê û 42 kes li Raperînê ne.
Bi giştî heya niha 353 hezar û 905 kes bi Koronayê ketine û 6 hezar û 216kes jî ji ber vê nexweşiyê can dane û 330 hezar û 640 nexweş jî baş bûne.