Cotmeh 20, 2021 14:35 Asia/Tehran
  • Fermandeyekî PDK: Bi sedan çekdarên PKKê li Şengalê teslîmî hêzên Pêşmerge bûn

Fermandeyekî Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li Şingalê îdia dike bi sedan çekdarên PKKê yên li Şingalê teslîmî hêzên Pêşmerge bûne û gelek ji wan jî bûne pêşmerge.

Fermandeyê Pêşmergeyên PDKê yê li Şengalê, Qasim Şeşo ji malpera BasNewsê ya vê partiyê re îdia kir ku heta niha zêdetirî 800 çekdarên PKKê li devera Şingalê ji nav rêzên komên nêzîkî PKKê yên wekî YBŞ cuda bûne û tevlî hêzên Pêşmerge bûne.

Qasim Şeşo her wiha îdia kiriye ku beşek mezin ji wan çekdaran jî bûne pêşmerge.

Hîn YBŞ an jî PKKê di derbarê vê gotina Qasim Şeşo de ti daxuyaniyek nedaye.

Serepeyv