Cotmeh 05, 2021 17:54 Asia/Tehran
  • Êrişa balafirên artêşa Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê îro jî berdewam kir

Balafireke Artêşa Tirkiyê îro gundê Bolê yê ser bi Sîdekanê li parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê bi giranî bombebaran kir. Tê gotin malên welatiyan raste rast hatin hedefgirtin.

Îro derdora saet 11:00an balafireke Tirkiyê gundê Bolê li devera Biradost, li sînorê nahiyeya Sîdekanê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kir.

Bi gotina peymanêrê Rûdawê, cihê hatiye bombebarankirin, nêzîkî navenda gund e û li gor zanyariyên destpêkê zirar gihîştiye derî û pencereyên hin malên gund.

Ji bilî gundê Bolê, balafireke Tirkiyê bilindahiyên Bêcwanan jî li sînorê Sîdekanê bombebaran kir.

Li aliyekê din, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî îro di twîtekê de ragihand balafirên şer ên wî welatî herêma Zapê li qezaya Amêdî ya parêzgeha Duhokê bombebaran kirine.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îdia kiriye ku di bombebaranê de 4 şervanên PKKê jiyana xwe ji dest dane. Lê belê derbarê vê mijarê de, PKKê hêj ti daxuyaniyek nedaye.

Serepeyv