Cotmeh 05, 2021 17:09 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya amerîka ku beşeke hêzên xwe ji Iraqê dertêxe 50 otomobîlên xwe dan Pêşmerge

Hevpeymaniya navdewletî ya qaşo dijî DAIŞê bi serkêşiya Amerîkayê bi dehan otomobîlên leşkerî radestî Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê kir.

Fermandeyekî hêzên hevpeymaniya qaşo dijî koma terorîst a DAIŞê li Iraqê ku Amerîka serkêşiya wê dike ya bi navê Todd Burroughs li ser twîttera xwe ragihandiye, wan 50 otomobîlên leşkerî radestî Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê kirine da ku şiyana hêzên Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de bihêztir bibe.

Wer xuya dike ku ev hevpeymanî xwe amade dike ku beşek ji hêzên xwe ya şerkirinê ji Iraqê û Kurdistana vî welatî derxe.

Serepeyv