Ji ber hilbijartinên giştî li Iraqê dibistanên Herêma Kurdistanê 6 rojan tên girtin
Cotmeh 02, 2021 12:25 Asia/Tehran
Wezîrê Perwerdeya Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber hilbijartinan çend rojan dibistan girtî dibin.
Wezîrê perwerdeya Herêma Kurdistanê, Alan Heme Seîd di press konferansekê de ragihand, komîsyona hilbijartinan a Iraq daxwaz kiriye ji ber hilbijartinan çend rojan dibistan di destê wan de be.
Alan Heme Seîd her wiha got, em jî razî bûn û dê îro ev daxwaziya komîsyonê bi biryarekê bibe fermî û ji roja 6 vê mehê heta roja 11 vê mehê dibistan dê di destê komîsyonê de bibe û roja 12 mehê dê dewama dibistanan dest pê bike.
Wezîrê perwerdêyê yê Herêma Kurdistanê da zanîn ku roja 10 mehê dengdan e lê pêwîstiya komîsyonê bi roja piştî hilbijartinan yanê roja 11 mehê jî bi dibistan hene loma dewama dibistanan roja 12 mehê dest pê dike.