Îlon 29, 2021 22:12 Asia/Tehran
  • Du tîpên pêkhatî ji artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge hatin damezirandin

Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Artêşa Iraqê qala damezirandina du tîpên hevpar ji hêzên artêş û Pêşmerge û bicihbûna wan li navçeyên kêşeliser kir.

Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Artêşa Iraqê qala damezirandina du tîpên hevpar ji hêzên artêş û Pêşmerge û bicihbûna wan li navçeyên kêşeliser kir.

Li gorî rapora kanala El-Meyadînê, Tehsîn Xefacî, Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Artêşa Iraqê roja Çarşemiyê got: Hevkairya navbera Fermandetiya operasiyona hevpar û hêzên Pêşmerge bûye sebeba pêkhatina du tîpên pêkhatî ji artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge jibo bicihbûna li navçeyên girîng ên hevpar nasyar bi Hêla Şîn ku hêzên dewleta navendî û Herêma Kurdistanê ji hev cuda dike.

Xefacî got: Ev du tîp dê di bin fermana Wezareta Berevaniyê da bin û bicihbûna wan li navçeyên kêşelisser dê ji destpêka Cotmeha 2021ê va dest pê bibe.

 

 

Serepeyv