Îlon 28, 2021 23:25 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 1401 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 saetên borî de 1401 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 saetên borî de 1401 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 342 kes li Hewlêrê, 598 kes li Silêmaniyê, 372 kes li Duhokê, 41 kes li Helebceyê, 38 kes li Germiyanê û 10 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 saetan de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 2 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 saetan de 1290 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 340 kes li Hewlêrê, 490 kes li Silêmaniyê, 379 kes li Duhokê, 33 kes li Helebceyê, 38 kes li Germiyanê û 10 kes li Raperînê ne.

Ji dema belavbûna pandemya Koronayê li Herêma Kurdistanê heya vê demê 329 hezar û 519 kes bi vê vîrusê ketine û 5 hezar û 838 kes jî ji ber wê mirine, herwiha 295 hezar û 472 kes jî jê filitîne.

Serepeyv