Şermezarkirina Konferansa Hewlêrê ji aliyê Partiya Yekîtiya Îslamî ya Herêma Kurdistanê
Îlon 28, 2021 10:48 Asia/Tehran
Partiya Yekitiya Îslamî ya Herêma Kurdistanê konferansa asayîkirina pêwendiyan bi Rejîma Siyonîst re li Hewlêrê şermezar kir.
Li gorî Al-Mayadin ya roja Duşemê; Partiya Yekitiya Îslamî ya Kurdistana Iraqê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Konferansa Hewlêrê ji aliyê çend kesên ku li benda derfetên wiha ne hat lidarxistin."
Partiya Yekitiya Îslamî ya Kurdistana Iraqê di vê daxuyaniyê de tekez kir ku konferans komplo û hewleke pûç a çêkirina nakokiyê di navbera neteweyên herêmê de bû.
Konferansek ji bo asayîkirina pêwendiyên bi Rejîma Siyonîst re roja îniyê li Hewlêrê navenda Herêma Kurdistanê hat lidarxistin û ev yek bû sedema nerazîbûn û bertekên tund ên kesayetiyên siyasî û olî yên Iraqê.