Îlon 26, 2021 13:28 Asia/Tehran
  •   Serokatiya Herêma Kurdistanê: Civîna li Hewlêrê bi tu awayekî nêrîna Herêma Kurdistanê nîne

Rûdawê nivîsiye: "Serokayetiya Herêma Kurdistanê di derbarê civîna ku roja Înê bi navê “Elselam Walastrdad / Bi Îsraîlê re asayîbûn” li Hewlêrê hatibû pêkanîn de ragihand ku “bi ti awayekî nêrîn û siyaset û helwesta Herêma Kurdistanî nîne.”

Li gorî rapora Rûdawê, Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê civîna ku roja Înê 24ê Îlona 2021ê de  bi navê “Elselam Walastrdad”  li Hewlêrê hatibû pêkanîn de daxuyanî da.

Derbarê karvedana wê civînê de, Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand: “Bi ti awayekî agahdarî civînê û naveroka babetên wê nebû û ew tiştên di civînê de derketine, bi tu awayekî nêrîn û siyaset û helwesta Herêma Kurdistanî nîne.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez kir ku her behs û helwest û ber bi peywendî bi siyaseta derve ve hebê, li gor destûra desthilata Hikûmeta Federalî ye û Herêma Kurdistanê di vî warî de de bi tevahî pêgirî siyaseta derve ya Iraqê ye.

Di beşeke din a daxuyaniyê de Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: “Em daxwaz ji hemû aliyan û hêzên Iraqî dikin babetê aramtir werbigrin û em hemû çaverêya encama lêkolînê bin ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve birêve diçê.”

 

Roja Îniyê konferanseke jibo piştgiriya asyîkirina peywendiyan digel Rejîma Siyonîst li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê hat lidarxistin; Ev civîn tûşî nerazîbûna gelê Iraqê bû û kesayetiyên siyasî û mezhebî yên vî welatî bertekên bihêrs nîşan dan.

 

 

 

Serepeyv