Îlon 24, 2021 22:02 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê mirin û nêzîkî 1400 kes jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 saetên borî de 1360 kes bi Koronayê ketine û 1180 pêketî jî baş bûne.

Vê Wezaretê her wiha da zanîn ku ji duhî ve 20 kes bi Koronayê mirine û hejmara miriyan li vê Herêmê gihîştiye 5784 kesan.

Serepeyv