Îlon 24, 2021 21:49 Asia/Tehran
  • Li Kanî Masê ya Herêma Kurdistanê kesek ji ber topbarana artêşa Tirkiyê birîndar bû

Li devera Kanî Masê ya Duhokê li Herêma Kurdistanê ji ber topbarana artêşa Tirkiyê kesekî sivîl birîndar bû.

Qaymeqamê nahiya Kanî Masê ya bajarokê Amêdî li parêzgeha Duhokê, Serbest Sebrî ji BasNewsê re got, îro danê sibê ji ber topbarana artêşa Tirkiyê li gundê Hirorê kesekî 48 salî bi navê Sabit Husên birîndar bû.

Serbest Sebrî her wiha got, ew kesê han mijûlî karê xwe yê çandiniyê bû, lê parçeyeka topa hawanê ya Artêşa Tirkiyê lê dikeve û birîndar dibe.

Bi gotina qaymeqamê Kanî Masê, ew kesê birîndar niha li nexweşxana Tengaviyan ya Duhokê ye û rewşa wî jî ber bi başbûnê ve diçe.

Ji ber topbaran û bombebaranên artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê gelek ji gundên vê herêm valabûn û ji bilî ziyanên canî gelek ziyanên madî jî li xelkê herêmê û xwezaya wê ketine. 

Serepeyv