Îlon 21, 2021 23:53 Asia/Tehran
  • Li Silêmaniyê alozî: 5 kes birîndar bûn

Li Gundê Tûya Spiyê di navbera hêzên ewlehî û xelkê gund de alozî derket û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Îîro êvara Sêşemê 21ê Îlona 2021ê li Gundê Tûya Spî ya Silêmaniyê di dema  şaredariyê û hêzên ewlehiyê xwestin xaniyekê xarab bikin, beşek ji xelkê gund nerazîbûna xwe nîşan dan.

Li gorî agahiyan hêzên ser bi rêveberiya polîsên Darastinê ve bi mebesta rûxandina hejmareke xaniyan li Gundê Tûya Spî yê girêdayî Silêmaniyê diçin wî gundî û zêdeyî 30 xaniyan hidiweşînin, lê di wê heyamê de ji ber nerazîbûnê alozî di navbera xelkê gund û hêzên ewlehiyê de derdikeve. Di encamê de 5 kes birîndar dibin.

Nûnerê gundê Tûa Spî got, "Vê êvarê hejmareke zêde ya hêzan hatin malên gel xera kirin" û wiha got: "Ji birîndaran yek jê midûrê emniyetê ye ku mala wî li vir e. Ji duh ve gelek mal hilweşiyan e, ji 25 heta 30 kesan zêdetir xanî hilweşiyane." 

Xelkê gund riya Silêmaniyê girtine ku dibêjin heta aliyên berpirs neçin bersiva wan nedin ew dê rê venekin.

Serepeyv