Îlon 19, 2021 09:59 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 13 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest da

Li Herêma Kurdistanê ji koma 317 hezar pêketiyên Koronayê, 283 hezar pêketî baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 634 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 13 kesan canê xwe ji dest daye.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 634 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 51 kes li Hewlêrê, 79 kes li Silêmaniyê, 472 kes li Duhokê û 32 kes li Raperînê ne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 7 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 2 kes li ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1412 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 317567

Mirin: 5695

Başbûn: 283874

Serepeyv