Îlon 17, 2021 23:32 Asia/Tehran
  • MIT a Tirkiyê bi hevkariya sîxorên xwecî Endamekî PKKê li Silêmaniyê teror kirin

Çavkaniyek li polîsê Silêmanî îro 17.09.2021ê ragihand ku li taxeke bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê û li pêş binkeyê polîs, endamekî rêveber ê PKKê hat kuştin.

Televîziyona El-Meyadîn ya Lubnanê îro Înê ragihand endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê Yasîn Bulut ê ku wek Şukrî Serhed dihat nasîn bi çek li Silêmaniyê hatiye terorkirin û jiyana xwe ji dest daye.

Hin medyayên herêmê dibêjin Yasîn Bulut di encama hevkariya rêxistina sîxorî ya MIT a Tirkiyê û sîxorên xwecî yên ser bi vê rêxistinê hatiye terorkirin.

BasNewsê jî ragehand: ‘’Ew kesê ku îro li taxa Çarçira gulle lê hatine berdan û hatiye kuştin, bi çeka demançe êrîş li ser hatiye kirin û hêzên polîs rasterast termê wî birine Pizîşkiya dadî û lêkolîn li ser bûyerê destpê kiriye.’’

Piştî kuştina wî berpirsê PKKê cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Qubad Talabanî di vê derbarê de daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir û daxwaz ji aliyên ewlehiyê kir kujeran bigrin û derxin pêş dadgehê.

Serepeyv