Îlon 17, 2021 23:06 Asia/Tehran
  • Di 24 saetên borî de li Herêma Kurdistanê 19 kesên din ji ber koronayê can dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 saetên borî de 1378 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 saetên borî de 1378 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 325 kes li Hewlêrê, 672 kes li Silêmaniyê, 247 kes li Duhokê, 41 kes li Helebceyê, 64 kes li Germiyanê û 29 kes li Raperînê ne.

Vê wezaretê herwiha ragihand ku di nav 24 saetan de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên ku baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 saetan de 1567 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 750 kes li Hewlêrê, 355 kes li Silêmaniyê, 346 kes li Duhokê, 35 kes li Helebceyê, 58 kes li Germiyanê û 23 kes li Raperînê ne.

Ji despêka belavbûna nexweşiya Koronayê li Iraqê û Herêma Kurdistanê heya vê demê 316 hezar û 933 kes bi vê nexweşiyê ketine û 5 hezar û 682 kesan jî jiyana xwe ji dest dane û 282 hezar û 462 kes jî ji vê nexweşiyê filitîne.

Serepeyv