Îlon 17, 2021 22:48 Asia/Tehran
  • Hevdîtina serokomarê Iraqê û serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya vî welatî li Hewlêrê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro înê 17ê Îlona 2021ê li Hewlêrê navenda vê Herêmê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.

Di vê hevdîtinê de geşedanên herî dawî yên Iraq û navçê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha destûra bingehîn hat kirin.

Di beşeke din a vê civînê de her du aliyan li ser hilbijartinên Parlamenta Iraqê axaftin û li ser lidarxistina hilbijartineke pak û dûrî sextekariyan bi hev re gotûbêj kirin. Wan lidarxistina hilbijartineke azad û bê sextekarî maf û daxwazên hemû pêkhateyên Iraqê dan zanîn û hilbijartineke wiha sedema seqamgîriya rewşa Iraqê nirxandin.

Berhem Salih û Mesrûr Barzanî wezîfeya hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî lidarxistina hilbijartineke wiha pak û paqij dan zanîn.

Serepeyv