Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya serdana xwe ya bo Brîtanyayê de, duh li gel Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê Ben Wallace civiya. Ben Wallace tekezî li ser piştgiriya welatê xwe bo Iraqê û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê de kir û ragihand, erkên hêzên Brîtanya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de berdewam dibe.
Li gorî rapora Rûdawê, Di civînê de Wezîrê Hêzên Çekdar ê Brîtanyayê James Heappey û Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson jî beşdar bûn.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de “pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê li Iraqê û metirsiyên serhildana DAIŞê hatin gotûbêjkirin û herdu alî hemfikir bûn ku DIAŞ hêj jî li ser asayîş û aramiya Iraq û navçeyê û cîhanê gef û metirsiyeke rastîn e û hêj jî piştgîrî û alîkariya civaka navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûn û jinavbirina wê pêwîst e.”