Îlon 14, 2021 19:49 Asia/Tehran
  • Ji ber êrişên artêşa Tirkiyê ev 5 roj in çarenivîsa 3 hemwelatiyên Şeladizê nediyar e

Eva 5 roj in 3 hemwelatiyên kurd ên xelkê nehiya Şeladizê ya ser bi navça Duhokê serdana gundên xwe yên li herêma Nêrwe û Rêkan û Doskê kirine û hîn venegeriyane û muhtemel e ji ber topbaran û bombebarên ji aliyê topxane û balafirên artêşa Tirkiyê yên bi heceta şerê dijî PKKê ji wan re pirsgirêk çê bûye.

Rêveberê nahya Şeladizê Rizgar Ubêdî, ji BasNewsê re axivî û ragihand: ‘’Beriya bi 5 rojan ligor malûmatên xelkê 3 hemwelatî yên xelkê Şeladizê serdana gundên xwe kirine li herêma Nêrwe, Rêkan û Doskê. Lêbelê maweya 5 rojan e aqûbeta wan nayê zanîn û malbatê wan jî nizanin bê ka ew li jiyanê mane yan tiştekî din hatiye serê wan.’’

Herwiha Rizgar Ubêdî di berdewamiyê de jî aşkere kir cihê ku ew her 3 hemwelatî çûne, ji bo serdanan gundên xwe, çihekî metirsîdar e, loma me derbarê çarenivîsa wan de dest bi lêkolînê kiriye û ew nizanin hela bê ka ew her sê hemwelatî li jiyanê ne yan na. 

Rizgar Ubêdî got: ‘’Me weke îdareya sînûrê Şeladizê bi awayekî ciddî dest bi pêdaçûn û lêkokînê kiriye û di zûtirîn demê de em ê çarenivîsa wan her 3 hemwelatiyan diyar bikin.

Serepeyv