Îlon 14, 2021 17:32 Asia/Tehran
  • Li Duhokê pêşangeha tûrîzmê tê vekirin

Li bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê pêşangeha tûrîzmê tê vekirin.

Li gor Bas Newsê, Berpirsê tûrîzma parêzgeha Duhokê, Xeyrî Elî Oso di civîneka rojnamevanî de ragihand, îsal bi helkefta roja cîhanî ya tûrîzmê dê li Duhokê pêşangeha tûrîzmê were vekirin.

Xeyrî Elî Oso her wiha got, pêşangeh dê roja 27 vê mehê vebe û 3 rojan berdewam be.

Bi gotina berpirsê tûrîmza Duhokê, gelek kompaniyên tûrîzmê yên Herêma Kurdistan, Iraq û Tirkiyê dê beşdarî pêşangehê bibin.

Duhok parêzgeheka tûrîstîya Herêma Kurdistanê ye û salane bi deh hezaran tûrîst serdana wê dikin. Li gorî amarên fermî, tenê meha Tîrmeha îsal zêdetirî 60 hezar tûrîst serdana Duhokê kirin.

Serepeyv