Îlon 08, 2021 19:36 Asia/Tehran
  • Ji ber bordûmana nehya Sengeserê ji aliyê balafirên Tirkiyê 2 sivîlî birîndar bûn

Balafirên şer ê Tirkiyê bi heceta şerê li dijî PKKê gundê Sînemeko yê nehya Sengeserê bordûman kir û ji ber wê bordûmanê 2 kesên sivîl ên xelkê herêmê birîndar bûn.

Rêveberê nehya Sengeserê Nehro Ebdullah, ji BasNewsê re axivî û ragihand duhê êvarî derengê şeve saet 01:30 xulekî balafirên şer ên Tirkiyê gundê Sînemekoyê bordûman kirin û ji ber wê bordûmanê 2 hemwelatiyên sivîl birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirkiyê bi heceta PKKê gelek dever li Herêma Kurdistanê dagir kirin û bi caran gund û zeviyên vê herêmê ji erdê dane ber gullên top û hawan û ji hewayê jî bombebaran û mûşek baran kirine ku ji ber van êrişên neqanûnî yên Tirkiyê bi dehan kes ji xelkê sivîl ên herêmê hatine kuştin û birîndar bûn û gelek xisrên madî jî li vê herêmê gotine.

Di vî halî de rayedarên herêmê zêde ji Tirkiyê dengê xwe li dijî PKKê bilind dikin û dibêjin ku sebeba van êrişan PKKê ye, lê rastî eva ye ku hikûmeta Tirkiye ji bo hedefên xwe yên dagirkerî PKKê ji xwe re kiriye hecet û darê destan.

Serepeyv