Îlon 05, 2021 15:21 Asia/Tehran
  • Tirkiye dibêje: 'Çend serokên PKKê li parêzgeha Dihokê hatine kuştin'

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê dibêje ku 7 endamên PKKê li Çiyayê Gareyê yê parêzgeha Dihokê hatine kuştin.

Li gorî rapora Yekşemiyê ya IRIB Newsê, Di daxuyaniya fermî ya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da wiha hatiye: "Di dewama hewildana jibo jinavbirina terorîsmê, 'derbeke giran' a nû li hêzên PKKê ketiye."

Daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê daxuyaniya xwe wiha domandiye: "Di nav 7 kesên ku hatine kuştin da hejmareke serokên vê komê ji wan berpirsê rêxistina jinan û berpirsa akademiyê û berpirsê ofîsa terorê û berpirsê peywendiyên gelemperî yê PKKê hebûne."

 

Serepeyv