Îlon 03, 2021 14:23 Asia/Tehran
  •  Firokeyên Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kir

Firokeyên şer ên Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kir.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, "Firokeyên şer ên Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de ziyan negihiştiye canê ti kesî.

Duh jî firokeyeke Tirkiyê li navçeya Şingalê binkeyeke PKKê bombebaran kiribû.

Hêjayî gotinê ye ku zêdetirî salek e şer û pevçûnên navbera artêşa Tirkiyê û PKKê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê berdewam in û ji ber hebûna PKKê li deverên Şingal, Qendîl û Mexmûrê, heta niha çendîn car ew dever ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin."
 

Serepeyv