Îlon 02, 2021 10:19 Asia/Tehran
  • Li Hewlêrê dest bi ser 628 demançeyên qaçax de hat girtin

Li Hewlêra navenda Herêma Kurdistana Iraqê dest bi ser bi sedan demançeyan de hat girtin û du kes jî ji ber wê yekê hatin girtin.

Berdevkê polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz ragihand, li Hewlêrê hêzên polîs dest danîn ser 628 demançeyan ku bi rengekî qaçax ji Tirkiyê derbasî Herêma Kurdistanê hatibûn kirin.

Hogir Ezîz her wiha got, ji ber wan çekên qaçax du kes jî hatin girtin.

Serepeyv