Îlon 01, 2021 15:11 Asia/Tehran
  •  Li Silêmaniyê di nav zarokan de pêketina Koronayê zêde bûye

Rêveberê Nexweşxaneya Zarokan a Silêmaniyê Dr. Pişder Ebdullah eşkere kir; piştî hatina pêla tund a vîrusa Koronayê (Covid-19) rêjeya pêketina Koronayê di nav zarokan de zêde bûye.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Rêveberê Nexweşxaneya Zarokan a Silêmaniyê Dr. Pişder Ebdullah eşkere kir; piştî hatina pêla tund a vîrusa Koronayê (Covid-19) rêjeya pêketina Koronayê di nav zarokan de zêde bûye.

Dr. Pişder Ebdullah ji dayîk û bavan pêşniyar dike ku eger di zarokên xwe de her nîşaneyeke nexweşiyê bibin, rasterast serdana nexweşxaneyê bikin.

Hejmarek zarok li nexweşxaneya Silêmaniyê hatine razandin û tedawî dibin. Welatiyê bi navê Cebar Mihemed çend şev in li nexweşxaneyê kêlî bi kêlî çavdêriya rewşa tendirustiya zarokê xwe dişopîne. Kurê wî Baran ê dehsalî, bi Koronayê ketiye, ku çend roj berê bi giranî nexweş bûye û serdana nexweşxaneyê kirine.

Cebar Mihemed ji K24ê re diyar kir ku bûye demek li nav nexweşxaneya zarokan hejmareke mezin ji bijîşk û karmendan jî bi Koronayê ketine.

Rêveberê Nexweşxaneya Zarokan a Silêmaniyê Dr. Pişder Ebdullah eşkere kir; her yek ji nîşaneyên ta, zikçûn, zikêşî, serêşiya zêde, şilbûna poz li cem zarokan çêbibe, divê serdana nexweşxaneyê bikin.

Dr. Pişder Ebdullah bal kişande ser wê yekê ku divê zarok jî pabendî rênimayên tendirustiyê bibin, çimkî zarok vîrusa Koronayê vediguhezînin kesên temen mezin.

Serepeyv