Îlon 01, 2021 15:08 Asia/Tehran
  •   Tirkiye 58 koçberên Herêma Kurdistana Iraqê şandin bakurê Sûriyê

Bi dehan ciwanên Herêma Kurdistana Iraqê di rêya koçberiyê de li Tirkiyê tên desteserkirin, lê wek xelkê Sûrî xwe didin nasandin û Tirkiye jî wan dişîne Sûriyê.

Li gorî rapora Rûdawê, Yek ji wan ciwanên ku niha bo Sûriyê hatine dersînorkirin bi navê Sefîn Sergelûyî ji Rûdawê re got: “Em 58 ciwanên koçber in, em hemû xelkê Herêma Kurdistana Iraqê ne û di çend demên cuda de çûne Tirkiyê da ku ji wê derê derbasî Yunan û welatên din ên Erwropayê bibin, lê em li bajarê Dîlokê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.”

Sefîn Sergelûyî dibêje: “Me hemûyan li hev kir ku xwe wek Sûrî binasînin, da ku neyên deportkirin, lê Tirkiyê em bo Sûriyê deport kirin û niha li cihekî teng di nav avahiyeke bajarê Ezazê de li bakurê Helebê hatine bicîhkirin.”

Bajarê Ezazê niha di destê hêzên Tirkiyê û çekdarên nêzîkê wî welatî de ye. Sefîn Sergelûyî dibêje: “Em nizanin li bajêr çi dibe, lê ewlehî nebaş e û berdewam dengê teqeyan tê, lewra em nikarin biçin derve jî.” Derbarê xwarin û vexwarinê de jî ew ciwan dibêje: “Hinek pere bi me re hene û dikaneke biçûk nêzîkê me ye, rojane biskiwîtan dixun.”

Temenê ciwanan di navbera 16-30 salî de ye û ji doh Sêşembê ve bo bajarê Ezazê yê Sûriyê hatine veguhestin, ew daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Derve ya Iraqê dikin ku wan rizgar bikin û vegerînin Herêma Kurdistanê.

Sefîn Sergelûyî dibêje: “Me çiqasî hewar kir ku em xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê ne, lê hêzên Tirkiyê guhê xwe nedan me.”

Serepeyv