Tebax 30, 2021 09:30 Asia/Tehran
  • Macron piiştî hevdîtina bi rayedarên kurd ên Herêma Kurdistanê û vegeriya welatê xwe

Serkomarê Fransa Emmanuel Macron, ku du roj bûn li Iraq û Herêma Kurdistanê bû û bi serkirdeyên Iraqî û Kurdistanê re hevdîtin kir û îşev jî mêvanê Kurdistanê bû îro vegeriya welatê xwe.

Duh rayedarên kurd ên Herêma Kurdistanê yên wekî serokê Herêm Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Herêmê Mesrûr Barzanî û serokê PDK Mesûd Barzanî  li Hewlêrê navenda vê Herêmê cida cida bi serokomarê Fransayê civiyan û pê re ser rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Bexda û Hewlêrê gotûbêj kirin û sipasiya Macron kirin ku piştgiriyê dide vê Herêmê. 

Macron beriya ku vegere, li ser twîttera xwe wêneyeke pêşmergeyên jin belav kir û di bin de jî wiha nivîsî:

Rêz û hurmet bo wan şervanên ku li eniya pêş ya şerê li dijî DAIŞê şer kirin. Spas û hurmet bo kurdan û hêzên Pêşmerge ku mîna navê rûbirûyê mirinê dibin. Spas bo hêzên Iraqî, endamên hevpeymaniya navdewletî û hêzên Fransa.

Serepeyv