Li Herêma Kurdistanê 1626 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1626 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1626 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1626 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 444 kes li Hewlêrê, 613 kes li Silêmaniyê, 436 kes li Duhokê, 51 kes li Helebceyê, 59 kes li Germiyanê û 23 kes li Raperînê ne.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest daye, ku ji wan 8 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2234 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 404 kes li Hewlêrê, 958 kes li Silêmaniyê, 748 kes li Duhokê, 30 kes li Helebceyê, 74 kes li Germiyanê û 20 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 286276
Mirin: 5302
Başbûn: 239295