Li Hewlêrê serkirdeyekî DAIŞê hat desteserkirin
Tebax 26, 2021 17:22 Asia/Tehran
Dezgeha Dije Terora Iraqê ragihandiye bi alîkariya Dije Terora Hewlêrê wan kariye serkirdeyekî DAIŞê li Hewlêrê desteser bikin.
Li gorî ragihandina Malpera Bas Newsê, Îro roja pêncişemê 26.08.2021ê Dezgeha Dije Terora Iraqê li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye ku bi hemahengiya Dije Terora Hewlêrê wan kirye serkirdeyekî rêxistina terorîstên DAIŞê desteser bikin.
Herwiha hatiye ragihandin jî navê wî tohmetbarê hatiye girtin jî Ebû Mensûr e û bi nasnameyeke sexte digeriya.