Li Herêma Kurdistanê 22 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest da
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1869 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1869 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 22 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1869 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 502 kes li Hewlêrê, 787 kes li Silêmaniyê, 423 kes li Duhokê, 54 kes li Helebceyê, 78 kes li Germiyanê û 25 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 22 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê, 1 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2351 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 370 kes li Hewlêrê, 967 kes li Silêmaniyê, 881 kes li Duhokê, 31 kes li Helebceyê, 55 kes li Germiyanê û 47 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 282729
Mirin: 5262
Başbûn: 234621