Tebax 24, 2021 20:51 Asia/Tehran
  • Li nêzîkî Hewlêrê navenda Herêma Kurdistanê çend gullên hawanan ketin xwarê

Rêveberê Nehiya Quştepe ragihand; çend gullên hawenê li nêzîkî gundên Dolebekre, Doleze, Eliyawa, Teterawe û Baştepe yên ser bi nehiya Quştepe ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê ketin xwarê.

Rêveberê Nehiya Quştepe herwiha eşkere kir ku gullên hawenê li çolê ketine û ti zirarên madî û canî tunene.

Li ser vê mijarê çend medyayên ser bi Heşda Şeibî ragihandine ku bombebaran bi riya 7 mûşekên 122 milîm hatine encamdan, lê belê li ser aliyê berpirsê bombebaranê ti agahî eşkere nekirin.

Di çend wêneyan de ku ji Kurdistan24ê re hatine şandin, derdikeve holê ku mûşek ji cûreya 122 milîm in.

Serepeyv