Li Herêma Kurdistanê hezar û 925 kes bi coronayê ketin
Li Herêma Kurdistanê di rojekê de hezar û 925 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 16 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û hezar û 421 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa coronaya nû Covid-19 belav kirin.
Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 saetan de 11 hezar û 542 pişkinînên coronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de hezar û 925 pêketiyên nû yên coronayê hatin destnîşankirin.
Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 saetan de hezar û 421 nexweşên coronayê baş bûne.
Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 2 milyon û 627 hezar û 374 pişkinînên coronayê hatin kirin, ji wan 261 hezar û 627 kes tûşî vîrusa coronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 209 hezar û 818 kes baş bûne û 5 hezar tûşbûyên coronayê jî jiyana xwe ji dest dane.