Tebax 12, 2021 23:43 Asia/Tehran
  • Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo pêkanîna hêzên hevbeş civiyan

Şandên Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê li Hewlêrê, li ser mijara dagirtina valahiya ewlekariyê ya li herêmên di navbera herdu aliyan de û pêkanîna lîwayên (tugayên) hevbeş gotûbêj kirin.

Şandeke Wezareta Berevaniya Iraqê îro serdana Herêma Kurdistanê kir û li Hewlêra navenda Herêmê bi rayedarên Wezareta Pêşmerge ya vê herêmê re civiya.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di şanda Iraqî de Cîgirê Fermandarê Navenda Operasyonên Hevbeş a Iraqê, General Ebdulemîr Şemerî, Cîgirê Serfermandarê Giştî yê Iraqê Qeys Rehîm û Rêveberê Beşa Plansaziyê ya Navenda Operasyonên Hevbeş Seîd Neîm hene.

Li ser navê Wezareta Pêşmerge, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cabar Yawer, Serfermandeyê Giştî yê Pêşmerge, Cemal Êminkî, Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge bo Operasyonên Wezareta Pêşmerge, Qareman Kemal û Rêveberê Odeya Pêwendî û Koordînasyona Giştî ya Wezareta Pêşmerge, Hejar Omer di civînê de amade bûne.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Hewlêrê, Behrûz Fereydûn ragihand, herdu şand li hola civînan a Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê di civînê de ne.

Civîna îro piştî vekirina çar navendên operasyona hevbeş li Kerkûk, Xaneqîn, Neynewa û Mexmûrê tê lidarxistin.

Piştî pêkanîna wan navendên hevbeş, biryar e herdu alî pêngavên din ên hevbeş destpê bikin, ku pêkanîna hêzên hevbeş û lidarxistina operasyonên hevbeş li xwe digire.

Destpêkirina gotûbêjên di navbera herdu aliyên Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê û Wezareta Berevaniya Iraqê, piştî wê yekê tê, ku ji ber valahiya emnî ya piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017, liv û tevgerên çekdarên DAIŞê li navçeyên di navbera herdu aliyan de zêde bûne û bi taybet di çend mehên dawî de, DAIŞê êrişên xwe li dijî hêzên Iraqê û welatiyên sivîl zêde kirine.

Serepeyv