Çavkaniyên nûçeyan ragihandin, serkirdeyê koma terorîstî ya hizba demokrata Kurdistana Îranê hat kuştin
Tebax 08, 2021 01:07 Asia/Tehran
Li gor hin raporan, Serkirdeyekî koma terorîstî ya hizba demokrata Kurdistana Îranê li Herêma Kurdistanê hatiye kuştin.
Li gor rapora Fars Newsê, Malpera Saberin Newsê ragihand ku komeke nenas Mûsa Babaxanî rêberê terorîstî yê hizba demokrata Kurdistana Îranê ku di bin piştgiriya rêxistina terorîstî ya MOSADê ya Rejîma Siyonîst da bûye, li hoteleke bajarê Hewlêrê teror kirine.
Li gor raporan, ev terorîstê cudatîxwaz destpêkê ji endamên koma terorîstî ya hizba demokrat a Kurdistana Îranê bû ku çend salan pêştir ji ber hin nakokiyan tevlî komeke terorîstî ya din bi navê Hizba Demokrat a Kurdistanê bû û ji kesên çalak ên operasiyon û propagandayê li kadroya navendî ya vê komê li dijî Îranê bû.