Li Hewlêrê 6 kes bi tohmeta bazirganîkirin bi madeyên hişber hatin girtin
Tebax 04, 2021 09:48 Asia/Tehran
Li bajarê Hewlêrê 6 kes bi tohmeta bazirganîkirin bi made û hebên hişber hatin girtin.
Rêveberiya nehîştina madeyên hişber ya Herêma Kurdistanê ragihandiye, di nav çend rojên borî de hêzên asayişê karîn 6 kesan bigirin ku kujmek mezin madeyên hişber bi wan re bû.
Rêveberiyê daye zanîn jî, operasyona girtina wan tohmetbaran piştî komkirina agahiyan û çavdêriya hûr hat kirin û di wê operasyonê de 35 hezar pakêt hebên hişber hat zeftkirin.