Tebax 02, 2021 20:49 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 13 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand; di 24 saetên borî de 3350 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 13 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 saetên borî de 3350 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 964 kes li Hewlêrê, 890 kes li Silêmaniyê, 1348 kes li Duhokê, 11 kes li Helebceyê, 103 kes li Germiyanê û 34 li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 saetan de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 6 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 saetan de 716 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 213 kes li Hewlêrê, 324 kes li Silêmaniyê, 125 kes li Duhokê, 7 kes li Helebceyê, 42 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ye.

Li gor Amera giştî ji despêka pandemya Koronayê li Herêma Kurdistanê heya vê demê 237 hezar û 730 kes bi Koronayê ketine. Jimara miriyên ji ber Koronayê jî heya vê demê gihêştiye 4 hezar û 818 kesan. 

Herwiha heya vê dem 201 hezar û 184 nexweşên Koronayê jî li Herêma Kurdistanê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Serepeyv