Tîrmeh 31, 2021 09:18 Asia/Tehran
  • Serokê Herêma Kurdistanê êrîşa li hember malbata kurd a li Qonyayê şermezar kir

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî êrîşa duh li Qonya ya Tirkiyê li hember malbateke kurd pêkhatî û 3 jê jin, bi giştî 7 kesên heman malbatê hatine qetil kirin şermezar kir.

Di peyama xwe ya li ser tora civakî ya twitterê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand: ‘’Êrîşa li ser malbata kurd a li Tirkiyê em şermezar dikin û hevxemiya xwe ji mirovên qurbaniyan re radigehînin. Kesên ku li pişt wî tewanê hovane divê derkevin pêşberê yasayan.’’

Duh li navçeya Meram a Konya ya Tirkiyê êrîşek nijadperestî li hember malbateke kurd pêkhat û ji heman malbatê 3 jê jin 7 kes hatin qetil kirin û piştre jî mal şewitandibûn. 

Hêjayê gotinê ye van salan ji ber siyast û propagandeyên hikûmeta AKP-MHPê nijadperestiya tirkî li Tirkiyê her diçe berfire dibe û hikûmet jî ti kareke cidî li hemberî vê yekê û nijadperestên ku heya niha bi dehan kurd çi jin û çi jî mkêr an zarok kuştine nake.

Serepeyv