Tîrmeh 30, 2021 09:18 Asia/Tehran
  •  Li Herêma Kurdistanê 10 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 3056 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 10 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 3056 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 749 kes li Hewlêrê, 749 kes li Silêmaniyê, 1469 kes li Duhokê, 11 kes li Helebceyê, 64 kes li Germiyanê û 14 kes li Raperînê ne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 10 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1436 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 227339

Mirin: 4750

Başbûn: 197181

Serepeyv