Tîrmeh 29, 2021 21:46 Asia/Tehran
  • PKK:Hêzên PDK’ê bi çekên giran li koma şevanên me dan û cenazeyên kuştiyan revandin

Çakvaniyeke herêmî ragihand, komek şwrvanên PKK’ê yên di gundê Kinek re derbas dibûn, piştî ku ji aliyê Lîwaya taybet ya 1 a hêzên PDK’ê ve bi çekên giran tên gullebarankirin şûnde, 3 şerva tên kuştin û cenazeyên wan ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên revandin.

Li gorî ragihadina çavkaniyeke herêmî Şeva 26’ê Tîrmehê komek çekdarên PKKê ji qadek derbasê qadek din a xwe dibin, li herêma Xelîfan a Biradostê ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên gullebarankirin.

Fermandarê Giştî yê hêzên Pêşmerge Cemal Mihemed Emînkî,  şeva 26’ê Tîrmehê gotibû ku komeke mezin a çekdarên PKKê di navbera Xelîfan û Bexme de gulle li hêzên wan reşandine.

PKKê diyar kiriye ku li gorî agahiyên ku ji çavkaniyeke herêmî hatiye girtin û agahiyên ku xelkê herêmê li ser medya mecazî belavkirine, ev gotina vî fermandeyê pêşmergeyan derew derdikeve.Li gorî agahiyên hanê komek çekdarên PKKê ku ji 6 kesan pêktê dema ji qadek re derbasê qadek din a xwe dibin, di derketina gundê Kinek re, ji aliyê Lîwaya Taybet a 1 ya PDK’ê ve bi doçka û çekên giran tên guleebarankirin, di encama êrîşa hêzên PDK’ê de 3 çekdarên PKKê tên kuştin û cenazeyên wan jî li aliyê hêzên PDK’ê tên revandin.

Çakvaniya herêmî têkildarî aqûbeta 3 çekdarên din diyar kir, ji ber herêm li rojnamevanan û xelk hatiye qedexekirin, kes nikare biçe herêmê, nayê zanîn çi bi serê 3 çekdarên din hatiye.

PKK jî îro bi daxuyaniyekê ragihand ku çekdarên wê dema  ji qadek diçûn qadek din, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine dorpêçkirin û ji wê rojê ve ti agahiyek ji wan tineye. HPG’ê her wiha bang li PDK’ê kir ku aqûbeta hêzên wê eşkere bike.

Serepeyv