Tîrmeh 27, 2021 17:10 Asia/Tehran
  • Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê operasyonek pêkanî û gelek tûnelên wan hatin têkbirin

Hêza Pêşmerge operasyonek li navçeya Dawûde li Germiyanê kir û çend cihên veşartinê yên DAIŞê hilweşandin û dest danîn ser hejmarek çek û teqemeniyan.

Li gor nûçeya K24ê, ji şeva borî û heta vê sibê, hêza Altunî ya ser bi Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ve, operasyonek li navçeya Dawûde li zincîreya çiyayên Kifrî û Xurmatû encam da.

Di wê derbarê de Efserekî Pêşmerge ji K24ê re got: “Ji duh êvarê ve me dest bi operasyonekê li gundên Zînane, Xare, Pelege û Qopelek kir û di operasyonê de me dest danî li ser çendîn cihên veşartinê yên DAIŞê.”

Wî herwaha got: “Zanyarî li cem Hêza Altunî hebû ku tevgera terorîstên DAIŞê li vê deverê heye. Me dest bi operasyonê kir û me çendîn cihên veşartinê û tunelên DAIŞê hilweşandin û me dest danî ser hejmarek çek û cebilxane.”

Wî efserî destnîşan kir: “Ti rûbirûbûna rasterast di navbera me û terorîstên DAIŞê de rû neda. Tê pêşbînîkirin ku dema terorîstên DAIŞê zanîn me dest bi operasyonê kiriye, cihên xwe hîştin û revîn.”

Serepeyv