Tîrmeh 26, 2021 00:53 Asia/Tehran
  • Dijîterora Herêma Kurdistanê tohmetbarekî teqîna xwekujî ya devera Sedir ya Bexdayê girt

Dijîterora Herêma Kurdistanê ragihand, hêzên wan li kampa Hesen Şam ya Hewlêrê kesek girtine ku pêwendiya wî bi teqîna çend roj berya devera Sedir ya Bexdayê hebûye.

Rêveberiya dezgeha Dijîterora Herêma Kurdistanê ragihandiye, roja 19 vê mehê di teqîneka xwekujî de li nav bazara devera Sedir ya Bexdayê bi dehan kes bûn qurbanî. Wê çaxê dezgehên ewlehiyê yên Iraqê daxwaza alîkariyê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribûn bo girtina kesên ku destê wan di wê teqînê de hebûye. Ji ber wê jî navê tohmetbarekî dabûn hikûmetê ku pêwendiya wî bi teqînê re hebû.

Dijîterora Herêma Kurdistanê daye zanîn jî, piştî lêkolîn û lêpirsînên hûr kesê ku hatibû xwastin, li nav kampa Hesen ya koçberên Iraqî de hat girtin. Ew kesê ku hatiye girtin, navê wî H.Y.I.H û xelkê bajarokê Hewîce yê Kerkûkê ye û dê teslîmî hikûmeta Iraqê bê kirin.

Serepeyv