Tîrmeh 23, 2021 09:41 Asia/Tehran
  • Li Erbetê di kampeke koçberan de şewat derket û zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li kampa Aştî ya taybet koçberan a nêzîkî Erbet a parêzgeha Silêmaniyê de şewat derket û ji ber wê jî zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Rêveberê bajarokê Erbetê Daban Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pêncşemê 22.07.2021ê piştî nîvro ji ber sedemekî nayê zanîn li kampa Aştî ya nêzîkî bajarokê Erbetê şewat derket.’’

Herwaha wî got: ‘’Ji ber wê şewatê 6 çadir şewitîn, ku 4 ji wan mal têde bûn. Mixabin zarokekî temen 8 salî yê kur ji ber wê şewatê jiyana xwe ji dest da.’’

Navborî ragehand, şewat hatiye kontrol kirin.

Serepeyv